“Gava mirov piştî çend salan hemû tiştî bi ser dixe – ew bi rastî kêlîkên dilşad in.”
Tarek di sala 2015an de hatiye Almanyayê. Di wê demê de ew hema hema 15 salî bû. 2016an de wî cihekî dibistanê dît û xwendina xwe temam kir. Bi alîkariya stajên cuda wî fêm kir ku kîjan pîşe li wî tê û serlêdan çêkir. Niha ew di sala 3 ya perwerdehiya xwe ya pîşeyî wek karmendê birêvebirina nivîsgehê li AWO Bremenê de ye.
Di gel perwerdehiyê, Tarek di çarçoveya dualîfîkasiyonekê de Abîtura xwe jî dike. Ji bilî wê ew di komeleya “Penaber ji bo Penaber” de çalak e, ku wî bi hevalên xwe re damezrandiye. Tarek herwiha endamê Desteya Şêwirmendiyê ya Welcome to Bremen e.
Em ji Tarek re ji bo nêrîna nava jiyana wî spas dikin! Spas ji hemû beşdaran re ji bo kişandina vîdeoyê ya harika!
—
Vîdeo bi binnivîsên almanî, îngilîzî, erebî û farisî berdest in. Di mîhengên vîdeoyê de hilbijêrin ka hûn dixwazin binnivîsekê bibînin an na.
—
Ev portrêya vîdeoyî beşek ji Welcome to Bremen NetWork Videopodcast e. Welcome to Bremen NetWork beşek ji bernameya piştgiriyê ya federal “Integrasyonê bi Rêya Perwerdeyê (IQ)” ye. Bernameya piştgiriyê “Integrasyonê bi Rêya Perwerdeyê (IQ)” ji bo pêşveçûna mayînde ya integrasyona kesên mezin ên bi paşerojeke koçberiyê li bazara kar armanc dike.
Welcome to Bremen NetWork – ji ber ku bi hev re bêtir tê kirin!