Meyla Zayendî
Li Almanyayê hemû kesên xwedî meylên zayendî yên cuda tên pêşwazîkirin û xwedî mafên wekhev in. Ev tê wê wateyê ku nabe ku kes ji ber meyla xwe ya zayendî were cûdakirin (qanûna dijî-cudakariyê).
Weke mînak, regezbaz dikarin mafê penaberiyê li Almanyayê wergirin, eger ew li welatê xwe ji ber meyla xwe ya zayendî bindest bin.
Li Bremerhavenê kesên xwedî meyla zayendî ya cihê jî têne pêşwazîkirin: Kes ji ber meyla xwe ya zayendî nayê cudakirin. Hemî cîh û pêşniyar ji her kesî re vekirî ne. Wekî din, li Bremerhaven navendên têkilî û şêwirdariyê û xalên hevdîtinê yên taybetî hene ku dê di pirsên derbarê zayendîtiyê de piştgirî bidin we. Weke mînak, ‘Navenda Şêwirmendî û Çalakiyê’ di nav de ye. Di vê beşê de hûn ê hin ji van xalên têkiliyê û herosa çend bersivên pirsên din bibînin.
Give feedback-
Wateya LGBTIQ+ çi ye?
LGBTIQ+ kurtenivîsek e ji bo:
Lesbian (Lezbyan)
Gay (Hemzayendbaz)
Bisexual (Dûzayendî)
Transgender (Çendzayendî)
Intersexual (Navzayendî)
Queer .
+ (meyl û nasnameyên cinsî yên din) -
transseksuelî /çendzayendî çi ye?
Kesên ku nikarin bi peywira xwe ya zayendî wekî ‘nêr’ an ‘mê’ bidin nasîn an jî ezmûna wan bi normên civakî yên hêvîdar re nagunce, xwe wekî transeksuel an çenzayendî pênase dikin. Di vê navberê de kesên înterseks jî hene ku pirsgirêkên wan bi peywira zayenda wan re hene.
-
Ez dikarim ji ku agahîa bêtir bistînim?
Li vir hûn ê ji bo penaberên lezbiyen, gey û transgender bi zimanên cihê şîretên qanûnî bibînin:
Li Bremerhaven hûn dikarin di mijara nasnameya zayendî de bi şêwirmendiya trans piştgirî bistînin: https://transberatung-bremen.de/bremerhaven/