Serdanvanê hêja,
Serdanvana hêja,
Ji ber Coronavirusê jiyana (giştî) li Bremenê niha tê sînorkirin. Hemû mirov divê, heke mimkun be, li malê bimînin.
Ji ber vê yekê, gelek navendên şêwirmendiyê niha şêwirmendiyê li cih pêşkêş nakin. Ji kerema xwe, bi telefonê an jî bi e-mailê bi navenda şêwirmendiyê re têkeve têkiliyê da ku bizanibî ka tu dikarî şêwirmendiyê bistînî an na. Di gelek rewşan de şêwirmendî bi telefonê an jî bi e-mailê mimkun e. Bo nimûne, navenda şêwirmendiyê “Integrasyona Adil” hê jî bi telefonê an jî bi e-mailê ji bo we amade ye, heke pirsên we derbarê mafên we yên wek karker di rewşa niha de hebin. Navendên şêwirmendiyê yên din jî hê bi e-mail an telefonê ji bo we amade ne – hema bipirsin!
Gelek navend niha bi tevahî girtî ne. Ji ber vê yekê kurs, çalakiyên demên vala û pêşkêşên din jî gelek caran çênabin. Heke hûn ne ewle ne ka pêşkêş pêk tên an na, ji kerema xwe berê bi telefonê an jî bi e-mailê ji navendê agahdar bibin.
Li vir hûn bo nimûne dikarin agahiyên bêtir derbarê Coronavirusê de bistînin:
Agahiyên derbarê Coronavirusê bi zimanên cuda:
www.gesundheit.bremen.de/sixcms/detail.php?gsid=bremen229.c.32900.de û
www.integrationsbeauftragte.de/ib-de/amt-und-person/informationen-zum-coronavirus und
https://www.bremen.de/corona/corona-international
Belavoka Divê hûn çi derbarê Coronayê de bizanin
– Agahî û şîretên pratîkî derbarê Coronavirusê: https://www.mimi-bestellportal.de/corona-information/
Agahiyên derbarê alîkariya cîrantiyê li Bremenê bi zimanên cuda: Di vê belavokê de û li ser nachbarschaftshilfe-hb.de
– Agahiyên derbarê nexweşiyê û çawa hûn dikarin xwe û kesên din biparêzin bi zimanên cuda: www.albatros-direkt.de/covid19informationen
Agahiyên derbarê Coronavirusê ji bo penabaran li Bremenê ji ZSB re bi Almanî, Îngilîzî, Fransizî, Erebî û Farisî.
– Agahiyên derbarê Coronavirusê li Bremenê: bremen.de/corona. Li vê malperê hûn dikarin Fermana Corona ya nû ya ji bo Bremenê bi ➊ zimanê hêsan û bi zimanên cuda wek Îngilîzî, Farsî û ➊Erebî➊ jî bibînin.
Têkiliya bi Coronayê re li Almanyayê: Nûçename “Vekirina Navkultûrî di Tenduristiyê de” (bi gelek rûpelan)
– Agahiyên derbarê alîkarîyê ji bo xebatkarên serbixwe, pîşewerên azad û karsazên piçûk bi zimanên cuda: www.wir-gruenden-in-deutschland.de/corona/
Pirsên gelek caran tên pirsin derbarê Corona û kar bi Almanî û bi Îngilîzî.
Agahiyên derbarê vîrusa Corona û handoutsforminority bi zimanên cuda.
Tendurist bimînin!