Şêwirmendiya naskirinê/pejirandinê

  • Te perwerdeyeke pîşeyî, xwendineke dibistanî an jî xwendineke zanîngehê li welatekî din temam kiriye?
  • Tu dixwazî der barê derfeta naskirina/nirxandina pisporbûna xwe li Almanyayê de şêwirmendiyê bistînî?
  • Te ji bo naskirina/nirxandina pisporbûnên xwe yên li derveyî welêt bi dest xistine piştgirî divê?

Şêwirmendiya naskirinê wiha alîkariya te dike:

  • Ew ji te re zelal dike ku çi derfetên te hene ku xwendina xwe ya ji derveyî welêt li Almanyayê bidî nirxandin an jî nasîn.
  • Ew te ber bi saziya berpirsiyar ve dişînin ku nirxandin an jî naskirina pisporbûna te pêk tîne.
  • Ew di mijara serlêdanê û formên pêwîst de piştgiriya te dikin.
  • Ew di hemû pêvajoya naskirinê û nirxandinê de digel te ne û ji bo pirsên te amade ne.
  • Ew der barê derfetên perwerdeyê û piştgiriya zimanî de agahiyê didin te, heke ev ji bo ku tu karibî pîşeya xwe li Almanyayê bikî hewce bin.

Di nav van mijaran de bêtir navnîşên wekhev bibînin: ,