Navenda perwerde û jêhatîbûnê li ser navê Ofîsa Federalî ya Koçberî û Penaberan kursên entegrasyonê ji bo koçberan dimeşîne.
Karmend dê di fêrbûna zimanê Almanî de piştgirîya we bikin û di daristana îdarî ya Almanî de alîkariyê pêşkêş bikin.
Kursên zimanê giştî:
Kursa zimanê giştî ji 600 (herî zêde 900) dersan pêk tê û li ser kursa ziman a bingehîn û ya pêşketî tê dabeşkirin.
Kursa zimanê bi xwendin û nivîsandinê:
Ji 900 (herî zêde 1200) dersan pêk tê. Beşdar behreyên bingehîn ên nivîsandin û xwendinê û herosa jêhatîyên zimanî yên ku ji bo danûstendina rojane hewce ne bi dest dixin.
Kursa Rênasî (kursa siyasetê):
Bi me re, kursa rênasî ya rasterast li dû kursên ziman dimeşe û 100 saetan perwerdeyê pêk tîne.