Ma hûn nikarin beşdarî qursa entegrasyonê bibin ji ber ku hûn hîn di pêvajoya penaberiyê de ne, hûn xwedî statuya parastinê an penaberiyê ne û derfetên we yên mayînde nebaş in? Paşê hûn dikarin serdana projeya Navenda Fêrkarîya “Hatina Almanyayê” bikin.
Di şêwirdariyê de hûn bi fikarên xwe yên kesane piştgirî distînin. Ji bo kesên destpêk û pêşketî jî kursên zimanê Almanî ji bo mezinan hene.
Proje ne tenê ji bo we, ji bo zarokên we jî pêşkêşî dike.
Ji bo zarokan piştî nîvro dersên almanî û bîrkarî hene. Ev dersa di komên piçûk de pêk tê. Carinan dersên taybet jî hene. Di geryanan de zarok dikarin bajar û derdora nû bigerin û zarokên herêmê nas bikin.
Li ser dibistanan jî atolye û çalakiyên agahdarkirinê hene. Li vir hûn ê fêr bibin ka jiyana dibistanê ya rojane li Bremenê çawa xuya dike û hûn çawa dikarin piştgiriyê bidin zarokê xwe.
Ger zarokên we hebin ku hîn neçûne dibistanê, ji bo demên ku hûn beşdar dibin lênihêrîna zarokan belaş heye.
Agahiyên bêtir di vê belavokê de hene.